Sekreterê Partiya Yekîtî Silêman Oso li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsand ku polîsên Tirkiyê serê wî gelekî êşandine û telefona wî jî jê standine û kontrol kirine.
Oso di posta xwe de dibêje, piştî ku polîs ji lêpirsîn û kontrolkirina telefonê westa bûn, rê dane wî ku li balafirê siwar bibe û berê xwe bide Diyarbekirê.
Her wiha dibêje, biçûktirîn demokrasî li wir hate binpêkirin.