Serrûpel Nûçe Piştek bû ji bo Kurdên Almanya

Piştek bû ji bo Kurdên Almanya

Belav bike

Xezal Sîdo, jineke Kurd bû, fedekar bû, ji Kurdên Êzdî yên Efrînê ji Basûtê bû, di sala 1967 de çûbû Almanya, xezmetkareke koçber û penaberên Kurd bû, hema bêjin alîkariya her kesî kiribû.

Li kêleka karê xwe yê însanî û alîkariyên mirovî, xanimeke  Kurdperwer bû, welatparêz bû.

Li Bonnê dijiya, lê di hemû civîn û çalakiyên ji bo Kurdistanê de dihate dîtin.

Ew di sala 1944 de ji gundê Basûtê ji dayîk bûbû.

Dayîka 3 zarokan bû: Vîndar, Çiya û Alan.

Xezal, demeke dirêj bû ku bi nexweşiyeke giran ketibû û roja 27ê Îlona 2019an koça dawî kiriye.

Cenazeyê Xezalê dê roja Şemî 5ê Cotmehê (05-10-2019) di merasimekê wê were veşartin..