Serrûpel Nûçe Tirkiyê êrîşî rojavayê Kurdistanê kir

Tirkiyê êrîşî rojavayê Kurdistanê kir

Belav bike

Îro saat 16.00 Tirkiyê rojavayê Kurdistanê kir.

Peymanêra Rûdawê ragihand ku artêşa Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo topbaran kir. Herwiha peyamnêra Rûdawê ragihand ku di encama êrişên artêşa Tirkiyê de heta niha 5 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.

Peyamnêra Rûdawê li Qamişloyê Vîviyan Fettah aşkere kir ku artêşa Tirkiyê heta niha 12 caran navenda bajêr topbaran kiriye.

Peyamnêra Rûdawê ragihand ku artêşa Tirkiyê, taxa Hîlaliye li rojavayê Qamişlo û Amûdê topbaran kir.

Herwiha peyamnêra Rûdawê aşkere kir ku di encama  êrişên artêşa Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de heta niha 5 kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.