Serrûpel Nûçe Serok peyama Rojavayê Kurdistanê da

Serok peyama Rojavayê Kurdistanê da

Belav bike

Serok Barzanî ragihand, “Dema muzayedeyan nîne û dema wê ye hemû alî her çi hewl û şiyan hene bikar bînin bo bi dawîkirina vî şerî.”

Serok Mesûd Barzanî peyamek bo raya giştî ya Kurdistanê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye û got ku di demên bhûrî de gelek hewl dane ku şer û alozî li Sûriyê dûr bikeve ji gelê Kurd rastî êş û karesatan neyên.

Di dewama peyama xwe de Serok Barzanî got, “Lêbelê mixabin di heyama çend rojên derbasbûyî de navçeyên Kurdistanî li bakurê Sûriyê rastî êrişekê hatin û ketine bin rewşeke metirsîdar.”

Serok Barzanî di dirêjahiya peyama xwe de amaje bi wê dike ku berdewambûna şer û wê rewşa metirsîdar, gefeke cidî li ser jiyana xelkê, aramî asayîşa deverê pêk tîne.

Serok Barzanî got, “Ez dixwazim ji xelkê qehreman yê Kurdistanê re û hemû aliyan re bibêjim, sedemên vî şerî her çi dibin bila bibin û her aliyekî ku xemsarî kiribe yan jî destê wî di vê rewşa metirsîdar de hebûye, niha dem ne dema muzayedeyên vala û hêrsbûnê ye, dema wê yekê ye ku her çi ji destê me tê ji bo nehiştina vê rewşa metirsîdar bikin da ku ew şer nemîne.”

Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku her çi ji dest tê divê bê kirin ku êdî xelkê bêguneh baca wê rewşê nedin û pêşî li guhertina demografiya wan navçeyên kurdistanî bê girtin. Rûdaw