Serrûpel Nûçe Rusya diyaloga di navbera Sûriyê û Tirkiyê de eşkere kir: Danûstandin berdewam...

Rusya diyaloga di navbera Sûriyê û Tirkiyê de eşkere kir: Danûstandin berdewam in

Belav bike

Rûsya eşkere kir ku piştî di derbarê operasyona Tirkiyê de li Sûriyê, di navbera Şamê û Enqerê de danûstandin berdewam dikin.

Şanderê serokê Rûsya ji bo Sûriyê, Alexsender Lavrîntiyêv got, ew bawer nakin ku şer di navbera Sûriyê û Tirkiyê de derkeve, ew bi xwe jî wî şerî qebûl nakin.

Lavrîntiyêv got danûstandin di navbera wan her du welatan de berdewam dikin, ew diyalog jî di warê istîxbarat, wezareta berevanî û wezareta derve de ne.

Lavrîntiyêv, eşekre kir ku wan li bargeha Himêmîn aliyê hikûmetê û aliyê kurdî anî cem hev, lê heta niha encamên wê rêkeftinê ne diyar in.

Her wiha got, Tirkiyê jî xwest di navbera Sûriyê û Kurdan de diyalog dest pê bike ji bo ku hêzên SÛrî li herêmê bi cî bibin.