Cîgirê serokê Emerîka, Mike Pence piştî hevdîtina ligel serokê Tikriyê ragihand ku Tirkiyê biryar stand êrîşa li ser rojavayê Kurdistanê radiwestîne.
Li gor rêkeftina Pence û Erdogan, divê di nava 120 saatan hêzên Tirkiyê êrîşê rawestînin.
Pence got, wan û Tirkiyê li ser agirbestê li hev kirin.
Pence wiha berdewam kir:
Lihevkirin li ser wê yekê çêbû ku, hêzên kurdî ji deverên şer derkevin, wê şer were rawestandin.
Her wiha got Tirkiyê biryar daye 5 rojan (120 saat) şer rawestîne, ew jî ji bo ku hêzên kurdî ji herêma şer derkevin.
Cîgirê serokê Emerîka got, wê hêzên kurdî 20 mîlan ji sînor bi dûrkevin.