Rojnameyek Brîtanî hejmarek wêne û belge di derbarê zarokekî kurd ê Rojavayê Kurdistanê de belav kir, ku ji ber êrîşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê hemû bedena wî şewitiye.
Li gor raporta rojnameya Times zarokekî kurd ê Serêkaniyê yê bi navê Mihemed Hemîde yê temen 13 salî, bedena wî bi tundî ji ber madeya teqemeniya fosforê şewitiye û li gel êş û mirinê di tekoşînê de ye.
Ew zarok roja pênçşema borî birîndar bû, ji ber wê jî rojname wê birîndarbûnê wek belgeyekî bihêz li ser bikaranîna çekên qedexe ji aliyê Tirkiyê ve li dijî kurdan pênase dike.
Rojnameya Times bi zimanê peyamnêrê xwe Antonia Lewed ve belav kir, ku Mihemed geheştiye nexwaşxaneya Til Temir û êşên wî gelek zêde bûne, rastî şewateke metirsîdar bûye ji ber êrîşa esmanî ya Tirkiyê.
Herwaha ragehand ku birîndarbûna wî zarokî belgeyekî din a li gel belgeyên dine ku aşkera dike Tirkiye madeya fosfora spî di êrîşa li dijî kesên sivîl ên kurd de bikar aniye.
Peyamnêrê Times dibêje: ‘’Birîna Mihemed Hemîd pir dijwar bûye ku nav birîndarên din de ji hemûyan bêhtir êş kêşaye û bi taybet li nexwaşxaneyê zilamekî çawa ew zarok wisa dît, dest bi giryanê kiriye.’’
Herwaha dibêje, piştî Mihemed geheştiye nexwaşxaneyê her hewar û qîrî kiriye û gotiye; ‘’Bavo bavo vî agiri vemirînin, vî agiri vemirînin.’’
Naha Mihemed tekoşînê li gel mirinê dike, ti amûrek tineye ku ji bo cîheke din bê veguhestin, ku bê çareser kirin. Herçend bavê wî kariye wî ji Serêkanî derbas bike û bi şev li gel hevjîna xwe û sê zarokên din geheştine nexwaşxaneya Til Temir jî, lê bijîşkan gotiye zêdetirî sedî 80 bedena Mihemed ji ber madeya fosforê şewitiye û bê çareseriyeke taybet şewata waha nikarin çareser bikin ku bikarê jiyan bike.
Vê derbarê de bijîşkê bi navê Îbrahîm Elî ku tedaviya Mihemed kiriye, ji rojnameyê re gotiye. ‘’Ti amûrekî me yê asankarî kirinê tine bo çareseriya wî zarokî. Mihemed hezar êşan dikşîne û tenê rêyek heye ew jî wî veguhezin bo nexwaşxaneya Şamê yan jî cîheke din.’’
Li gor rojnameyê şeva borî di raportê de nivîsandiye bavê Mihemed dibêje: ‘’Eger sibe 19.10.2019ê Mihemed jiyan bike, ez dê bi wesayîta xwe ya taybet ve dûrbixim û hema çawa be cîhekî li cîhanê bo çareseriya wî ezê bibînim.’’
Ji aliyê din ve pisporekî çekên kîmyayî li Brîtanyayê ji rojnameyê re, piştî ew wêneyên Mihemed dîtin: ‘’Ev şewate pir kûre ji ber fosfora spî ye.’’ (Basnews)