Serrûpel Nûçe 10 made: Tirkiyê û Rûsya li ser hev kirin

10 made: Tirkiyê û Rûsya li ser hev kirin

Belav bike

Xalan Tirkiyê û Rûsyayê li ser gihîştine rêkevtinê ev in:

1-Tirkiye û Rûsyayê li ser parastina yekîtiya siyasî û yekperçebûna axa Sûriyê û ewlehiya netewî ya Tirkiyê pabend dibin.

2-Herdu alî dê li ser rûbirûbûbna terorê û cudaxwaziya li Sûriyê berdam bin û hemû coreyên terorê ji nav bibin.

3- Girê Spî û Serê Kaniyê ku niha di nav qada operasyona Kaniya Aştiyê de cih digirin, dê bi heman awayî bê parastin.

4-Herdu alî Rêkevtina Edeneyê cîbicî dikin. Rûsya di rewşa heyî de ji bo pêkanîna xalên Rêkevtina Edeneyê dê hêsankariya bike.

5-Roja 23yê Cotmehê ji demjimêr 12.00ê pêve, polîsên Rûs û parêzvanên sînor ên Sûriyê, ji xeynî herîmên operasyona “Kaniya Aştiyê”, li herêmên din dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 demjimêran de bê encamdan. Di heman demî de dê li rojhilat û rojavayê herêma operasyonê Türkiye û Rûsya dewriyeyên hevbeş pêk bînin (Qamişlo ne di nav de).

6-YPG dê bi çekên xwe ve ji Minbic û Til Refatê bê derxistin.

7-Herdu alî dê rê li ber derbasbûna teroristan bigrin û ji bo vê yekê jî dê tedbîrên xwe pêwîst pêk hildin.

8-Ji bo vegera koçbaran herdu alî dê hevkariyê bikin.

9-Ji bo çavdêriya vê rêkevtinê komîteyek dê were avakirin.

10- Di çarçoveya Astana û çalakkirina komîteya destûrê de, kar ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tê kirin.