Serrûpel Nûçe Peskov: Amerîka xiyanet li Kurdan kir

Peskov: Amerîka xiyanet li Kurdan kir

Belav bike

Berdevkê koşka serokatiya Rûsya (Kremlîn), Demitry Peskov di derbarê pêwendiyên di navbera Amerîka û Kurdan de got, Amerîka hevalbendê Kurdan bû li Sûriyê, lê li hemberî êrişên Tirkiyê pişta xwe da Kurdanû ew bi tenê hîştin.

Demitry Peskov her wiha got, Amerîka dest ji Kurdan berda û xiyanet li wan kir.

Peskov dibêje, Amerîka niha jî dixwaze Kurdan li ser sînor bihêle û li hemberî Tirkan bide şerkirin.