Bi dehan sal e ez hema-hema bi şêweyeke rojane bi mijara kurdî û têkoşana ji bo doza kurdî ve mijûl im û min demeke dirêj ji jiyana xwe bo xizmeta/pêşvexistina Kurmancî jî bi kar haniye.
Çi caran dilê min ji doza kurdî wek îroj sar nebûye. Sedema yekemîn ya vê yekê jî hindirîn e, ne derveyî, û xwe bi zihniyetê ve girê dide. Yên berhemên min yên salên 80yan xwendibin dê bizanibin ku zihniyeta min ya îroj ji ya wê demê cuda ye, lê xema mezin ew e ku zihniyeta min û jimareke bilind ji Kurdan jî ta radeyeke bilind ji hev cuda bûye, ta wê radeyê kiu dîtina peyv û hevokên wan li ser malpera Fêsbûkê min xembar û xemgîn dikin.
Bêguman mirov dikare zihniyeta nûpêketiyên mêjîşuştî fêhm bike û em hemî di wê boriyê re derbas bûne, lê dîtina ku zihniyeta min û ya hinek dostên xwedî-perwerde û qaşo rewşenbîrên gelê xwe hema-hema sed ji sedî ji hev cuda ye min dilsar dike. Ev yeka bûye sedema dawîhatina dostaniya min û hinek dostên ji beşên Kurdistanê yên cuda, ku me bi salan hev dinasî.
Di van rojên dawîn de rewş gihîştiye wê radeyê ku navbera min û hinek dostên manî jî dê xirab bibe, çimkî dijwar dibînime ji peyv û dîtinên wan tehmûl bikim. Ev jî, bi xwe bibêjim, min tawanbar derdixe û wek kesekî bêtolerans xuya dike. Carine dibêjim xwe, xweziya zanîna te ya derheqê siyaseta kurdan û jiyanê de ne berfireh bûya, da weqa neêşiyayî! Bi encama jiyana 54 salan li derveyê Kurdistanê, nasîna Kurdên ji hemî aliyan û beşan, nasîna keseên ji netewe û paşerehên cuda û tecrûbeyên jiyanê; her weha bêtarên bi ser Kurd û Kurdistanê de hatî, zihniyeta min nema ew zihniyeta bi zorê bawer e.
Ez çareseriya pirsa kurdî di diyalogê, mentiqê, têkoşana bi aştî ta mumkin e de dibînim, çiqa dirêj û dijwar be jî. Hinek dostên min, heta hinekên ku bi dehan sal e li welatên ewropayî ne hîn bi “zor zane devê tifinga mor zane” bawer in, ku ez jî pêş 450 salan, heta pêş 20 salan pêê bawer bûm.
Ez di domandina vê baweriyê de domandina wêranbûna welatê me, koçkirina xelkê me û perîşaniyê dibînim. Ez di vê zihniyetê de bêaramiyê, pêşve-ne-ketinê û aloziyê dibînim. Ez ê tew behsa wan Kurdan nekim ku bi gotinên gemarî û riswa hevrikên ramanên xwe û serokên dewletan îhanet dikine, û texmîn dikine ku ev niştimanperweriya wan e.
Derbarê rewsha herêmên kurdî li sûriyê de, mixabin, ne geşbîn im; bi pirranî ji ber zihniyeta şaş û domandina wê. Ragîhandina serhêz birêz Mezlûm Ebdî derbarê îmkana lihevhatinê de nûçeyeke baş e, lê wek min pêş çend rojan nivîsand, bi şertê ku biryar û ferman bi tevahî têkeve dest Kurdên Sûriyeyê û armanc ji bo xizmeta Kurdên sûriyê be. Hêvîdar im hêviyek tê de hebe.
Temenê min ji 73 salan ber bi 74an diçêye. Pirraniya jiyanê bi mijûlbûn û xemxwariyê,bi xebata siyasî, heta carine bi gefên ji alîne “kurdî” jî, û bi xizmeta ji zimanê kurdî re dagirtî bû, û ev li kêleka karê rojane yê pirr ji bo jiyana min û endamên malbata min.
Ne Kesan, ne rêxistinan û ne dewletan dikaribûn hîmmeta min ya bo kurdayetiyê qels bikin. Dawiya sal 2004 ji karê xwe yê dayimî bi wezareta perwerdeyê re/Sydney derketim teqawîtê. Di nîvê sal 2015 de ji berpirsî û karmendiya bo Beshê Kurdî/SBS Radio derketim teqawîtê û min îroj, 54 salan li dû derçûna ji welêt (29/10/2065), biryar girt ku ji siyaseta kurdî û nivîsandina pirr jî derkevim teqawîtê.
Ez ê hewl bidim xwe nema bi siyaseta Kurdan ve girêdim û ez ê dest ji bizava nivîsandina berhemên dirêj berdim. Hêvîdar im xebat û berhemên bi dehan sal piçek sûd gîhandibin ziman û doza kurdî. Girtina biryarê ne hêsan bû, bi rojan tê de ponijîm, lê wa ye min da zanîn, ji bo xatirê ku hewl bidim dema mayî ji jiyanê bi awayekî aramtir bijîm. Ez ê hewl bidim hefteyê carekê têkevim Fêsbûkê, roja yekşemê ji bo kurtedemekê, ew jî ji bo xatirê zimanê kurdî.
Ji dostên dilsoz re, ewên min bêtir ji bo xatirê wan beşdariya di Fêsbûk de bi salan domand, ji dil spasdar dibînim. Ji dostên xwedî mentiq û zimanxweş re spasdar im û ji we hemiyan re jiyaneke bi bextewerî hêvî dikim. Bi hêviya demên xweştir ji bo gelê Kurd, li her şûna ew lê ne.
Şahîn Bekir Soreklî
30/10/2019