Serrûpel Nûçe “ENKS” û “TEV-DEM” bi serpereştiya General Mezlûm Kobanî civiyane

“ENKS” û “TEV-DEM” bi serpereştiya General Mezlûm Kobanî civiyane

Belav bike

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryara xwe ya derbarê pirsên Rojavayê Kurdistanê de dê bide û bersiva fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê bide.

Endamê rêveberiya Tevgera Pêşerojê, ku nav ENKSê de ye Cîhad Heso ji BasNewsê re ragehand, encûmena wan çend rojeke mijûlê civînên xwe ye, bo bersiv dayîna çend pirsên giring û yek ji wan jî destpêşxeriya fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanê û TEV-DEMê ye.

Herwaha got, îro 23.11.2019ê ENKS dê biryara xwe bide û bersiva Mezlûm Kobanê bide.

Cîhad Heso diyar kir mercê ENKSê ew e, divê PYD û TEV-DEM xwe ji PKKê cuda bikin û ENKSê nasbikin û pirsa Pêşmergeyên Rojava jî divê zelal bibe.

Berî naha nûnerê ENKSê li herêma Kurdistanê Ebdulkerîm Mîranî ji BasNewsê re ragehandibû, civînek navbera şandeya ENKSê û TEV-DEMê de pêkhatiye bi serpereştiya Mezlûm Kobanê, lê ti rêkeftinek nehatiye îmza kirin.

Herwaha got, li ser daxwaza Mezlûm Kobanê civîn pêkhatiye û wan jî qebûl kiriye, ku yekrêzî navbera Kurdên Rojava de ava bibe.