Asayîşa başûrê Kurdistanê 90 ton hêkên kevin girtin ku qaçaxciyan ji Tirkiyê anîbûne Kurdistanê û wê derbasî rojavayê Kurdistanê kiribana.
Ew hêk kevin bûbûn (cilq bûbûn) û dem di ser re derbas bûbû.
Qaçaxciyan kamyonn hêkan ji Tirkiyê biribûn Îranê, ji wir derbasî başûrê Kurdistanê kiribûn û dixwestin derbasî rojavayê Kurdistanê bikin.
Hikûmeta Kurdistanê, berî niha qedexe kiribû ku hêk ji derve derbasî Kurdistanê bibin.
Qaçaxciyên hêkan hatine girtin.