Endamê lijneya darayî li Parlamentoya Kurdistanê daxwaz dike, divê rêkarên wergirtina wî 40 milyon dolarê hikûmeta herêma Kurdistanê birêve biçin, ji ber Şasiwar Ebdulwahîd bi salane wî pareyî nade.
Li gor zanyariyên BasNewsê şîrketa Nalya ku Şasiwar Ebdulwahîd xwediyê wê ye, 40 milyon dolar di dema kabîneya 6.mîn a Berhem Salih de bi deyn wergirtiye, lê heta naha ew qer û deynê xwe nedaye.
Pêştir wezareta darayî bi îmzaya wezîrê darayî û aborî yê li ser pişka Tevgera Gorran Rêbaz Mihemed Hemlan bi nivîseke hejmara 10594 a roja 05.08.2015ê ve, ferman derxistiye ku lijneyek pêkbê bo wergirtina wî pareyi. Lê ji ber wê rewşa salên 2015ê li herêma Kurdistanê hebû ew pare nehatiye wergirtin.
Îro 09.12.2019ê endama lijneya darayî û aborî ya Parlamentoya Kurdistanê Lîza Felakedîn Kakeyî ji basnewsê re ragehand, lijneya wan du civîn pêkanîne û di wan civînan de behsa rêkarên dayîna deynên hikûmetê li gel hilberîneran hatiye kirin.
Herwaha got, yek ji wan kesên deyndarê hikûmeta herêma Kurdistanê ne jî, Şasiwar Ebdulwahîd e ku 40 milyon dolaran deyndarê mulkê giştî ye.
Navborî pêwîst dibîne di demeke herî nêzîk de divê ew pare ji bo hikûmetê bê wegerandin, derveyî wê jî çend sale ew pare li gel e û newegerandiye, divê zêdetir jî lê bê standin.
Lîsa Felakedîn Kakeyî aşkera kir, sala pêş lijneyek derbarê çawaniya wergirtina deynan de dê bê pêkanîn.
Herwaha got: ‘’Şasiwar Ebdulwahîd bixwe deyndarê hikûmetê ye, tê û gotinan jî li ser hikûmetê dike, divê dema pêş deynê hikûmetê bide, piştre gotinan li ser hikûmetê bike.’’ BASnews