Hêzên hikûmeta Tirkiyê li herêma Efrînê sînorê navdewletî yê di navbera
bakur û rojavayê Kurdistanê de diguhêre.
Li gor Rêxistina Mafê mirovan li Efrînê, hêzên hikûmeta Tirkiyê li
navçeya Bilbilê xeta sînorî ya fermî diguhêrin.
Li gor heman Rêxistinê, li nêzîk gundê Zeherê û çend gundên din ên
navçeya Bilbilê, hêzên Tirkiyê 300 metreyan derbasî nava xaka rojavayê
Kurdistanê bûye.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, Tirkiyê hesabê wê yekê dike,
eger hat û hêzên wê ji Sûriyê derketin, sînorekî nû di berjewendiya
Tirkiyê de hatiye destnîşankirin.