Serrûpel Nûçe Amerîka petrola Rimêlan û Dêrezorê dide kompanya Aramko ya Siûdiyê

Amerîka petrola Rimêlan û Dêrezorê dide kompanya Aramko ya Siûdiyê

Belav bike
70 barhilgirên artêşa Amerîka gihiştin Hesekê û li cem bîrên petrolê
hatin bicîkirin.

Di nava vî karwanî de, tankerên petrolê, otombêlên medenî û hinek
melzemeyên din ku ji bo avakirinê bikar tên, hene.

Tê gotin, ku Amerîka girêbestek ligel kompanya Aramko ya Siûdî ji bo
berhemanîna petrolê li Dêrazorê û Rimêlan îmze kiriye.

Li gor hin çavkaniyan, şandeke kompaniya Aramko ya Siûdî serdana Heqil
Omer li rojhilatê Dêrazorê kiriye.