Rêveberiya Xweser li rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, li ser destpêşxeriya general Mezlûm Kobanî, ji bo yekgirtina helwesta Kurdî li Sûriyê, ti astengî êdî li pêş Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nema, ew dikare ofîsên xwe veke, karê xwe ya siyasî, civakî û ragihandinê bike û pêwîst destûra pêşwext bixwaze.
Ev gavên hatine avêtin, ji bo wê yekê ne, ji bo ku bawerî di navbera hemû rêxistinên siyasî û îdarî bê avakirin.
Rêveberiya Xweser hemû giliyên li dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê yên li derveyî Rojavayê Kurdistanê ne hatine vekirin pûç kirine û ragihand, ew dikarin vegerin, bêyî ku ti astengiyek hebe.
Derbarê dosya girtiyên siyasî û kesên hatine windakirin, Rêveberiya Xweser ragihand, ENKS lîsteyek bi 10 navan roja 15ê vê mehê radestî HSDê kir, Rêveberiya Xweser jî di vê derbarê de komîtek bo şopandin û lêkolînê pêk aniye û wê hemû encaman bi ENKSê re parve bikin.