Serrûpel Nûçe Selîm Berekat kandîdê “Booker” e

Selîm Berekat kandîdê “Booker” e

Belav bike

Selîm Berekat, ku dibêjin kilîta zimanê erebî di destê wî de ye.
Romanivîsekî, Kurde, lê bi erebî dinivisîne, bi xwe xelkê Amûdê ye.
Bêhtirî 20 salin li Swêdê dijî. Nêzîkî 50 pirtûk nivîsandine.
Lê ji metbexa mala xwe dernakeve, ji ber wê yekê pêwendiya wî zêde bi xelkê re tune ye.
Xelatan jî qebûl nake û li festîval û çalakiyên edebî de nayê dîtin. Ji kamerayan dûr e, ne ew kesekî dibîne, ne jî ew kesekî dibîne.

Vê carê qebûl kir ku bibe kandîdê mezintirîn xelata edebî ya erebî
Booker.
Romana wî ya bi navê El Cundub El Hedîdî (Kuliya Hesinî) bûye kandêdê wê xelata erebî ya navdar.
Roman behsa malbateke Kurd dike, ku li Qamilşo cîranê albateke yahûdî ye.
Roman ji 560 rûpelan pêk tê û yek ji romanên herî bi şanse ku xelata Booker wergire.