Serrûpel Nûçe Xenî Mîrzo ji Barşelona çûye Xane Sorê keç û xortên Êzdî bi...

Xenî Mîrzo ji Barşelona çûye Xane Sorê keç û xortên Êzdî bi muzîkê terapî dike

Belav bike

Xenî Mîrzo hunermendekî Kurd e, ji Qamişlo ye, li Spanya bajarê Barşelona dimîne.

Muzîkjenekî naskiriye. Gelek muzîkên wî xelatên navdewletî standine.

Li bajarê Kurdên Êzdî, li Xane Sorê ya girêdayî Şengalê Enstîtuyeke Muzîkê vekiriye, têde keç û kurên Êzdî fêrî muzîk û hunerê dike.

Armanca wî ji vekirina wê peymangekê (Mîrzo Muzîk) ewe ku ciwanên Êzdî ji nexweşiya şerê Daişê bi dûrkevin û dest bi jiyaneke din bikin.