Serrûpel Nûçe 33 sal di ser wefata Idrîs Barzanî re derbas bûn (vîdyo)

33 sal di ser wefata Idrîs Barzanî re derbas bûn (vîdyo)

Belav bike

Îdrîs Mistefa Barzanî (1944, li gundê Barzan-31’ê kanûna 1987’an, li Wirmiyê, Rojhilatê Kurdistanê pêşmerge û siyasetmedarê PDK’ê bû û kurê Mela Mistefayê Barzanî, birayê mezîn ê Mesûd Barzanî û bavê Nêçîrvan Barzanî bû.

Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Kurdistanê bû. Herwiha endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Nêçîrvan Barzanî kurê Îdrîs Barzani ye û neviyê serokê nemir Mela Mistefa Barzanî ye. Ew di sala 1966’ê de ji dayk bû. Dema di sala 1975’ê de Îraq û Îranê li Cezayîrê li dijî şoreşa Kurdistanê, şoreşa Îlonê, li hev kir û bi biryareka siyasî bo demkê kurt serokatiya şoreşê, şerê çekdarî rawestand, wê demê Nêçîrvan Barzanî bi malbata xwe re koçberî Îranê bû û li wêrê li unîversîteya Teharanê, fekulteya zanstên siyasî xand.

Bavê Nêçîrvan Barzanî, Îdrîs Barzanî endamê polîbîroya KDP’ê bû û roleka gelek mezin di nav tevgera rizgarîxaza Kurdistanê de hebû û her ji zarokîniya xwe di nav refên şoreşê de bû mil bi milê pêşmergan mezin bibû. Dema Îdrîs Barzanî wefat kir, Nêçîrvan Barzanî mecbûr bû xandina xwe birêve bihêle û beşdariyê di şoreşê û şerê çekdarî de bike.

Nêçîrvan Barzanî zû di nav refên pêşmerge û şoreşê de pêşket û berpirsiyariyên mezin dan ser milên xwe. Her jiber zîrekî û jêhatiya wî, ew di sala 1989’ê de bû endamê polîtbîroya KDP’ê. Di sala 1996’ê de bû cêgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê. Di sala 1999’ê de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê (kabîna çarê). Di 07.05.2006’ê de bû serokê hikûmeta herêmê Kurdistanê ya yekgirtî.

Nêçîrvan Barzanî bi keça serokê herêma Kurdistanê re zewicandiye û du zarokên wî hene (Raniya û Îdrîs). Ew ji bilî zimanê kurdî zimanê farsî jî baş dizane, her wisa erebî û îngilîzî jî dizane.