Serrûpel Nûçe ENKS ofîsên xwe vedike

ENKS ofîsên xwe vedike

Belav bike

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar da ofîsên xwe li rojavayê Kurdistanê veke.

ENKS di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo berjewendiyên niştimanî li rojavayê Kurdistanê wan biryar dan ku ofîsên xwe ku “ji aliyê PYD û hêzên wê ve hatibûne girtin”, êdî vekin.

Ji adara sala 2017an ve, asayişa Rojavayê Kurdistanê bi hiceta wernegirtina ruxsetê ofîsên ENKS û partiyên di nava wê de girtibûn.