Serrûpel Nûçe Xwediya “Xelata Şîfa” Arwa Damon neviya serokwezîrê berê yê Sûriyê Muhsin Berazî...

Xwediya “Xelata Şîfa” Arwa Damon neviya serokwezîrê berê yê Sûriyê Muhsin Berazî ye (vîdyo)

Belav bike

Xwediya Xelata Şîfa Gerdî Arwa Damon ji Berziyên Kobanî ye û neviya
serokwezîrê berê yê Sûriyê Muhsin Berazî ye

Arwa Damon a 43 salî kî ye, ka hinekî nas bikin.

Ew li Amerîka li Boston ji dayîk bû ye. Rojnamevaneke Amerîkî ye, dayîka wê Kurde û keça serokwezîrê berê yê Sûriyê Muhsin Berazî ye, ku Kurdên Hemayê ne û bi eslê xwe ji eşîreta Berazane (Berazî) li Kobanî.

Bapîrê Arwa serokwezîrê Sûriyê yê berê Muhsin Berazî, di sala 1949 de serokwezîrê Sûriyê bû, di heman salê de jî di encama derbeyeke eskerî ji aliyê Samî Henawî ve, de serê sibê zû hatibû îdamkirin.