Serrûpel Nûçe ENKS: Em ji tehdîdên PYD natirsin û emê xebata xwe berdewam bikin!

ENKS: Em ji tehdîdên PYD natirsin û emê xebata xwe berdewam bikin!

Belav bike

PYD didaxuyaniyekê de ragihand ku hevdîtina ENKS ligel wezîrê derve yê Tirkiyê tiştekî xerab bû û ew hevdîtin dikeve xizmeta dagîrkeran.

ENKS jî ji aliyê xwe ve daxuyaniyek da û got ew ji bo berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê hevdîtinan pêk tînin û ewê bi berdewamî xebata xwe ji bo rawestandina binpêkirinên li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî ji aliyê çekdaran ve berdewam bikin û wan ji wezîrê derve yê Tirkiyê daxwaz kirin ku ew binpêkirin werin rawestandin.

ENKS her wiha got PYD bi gotinên ne rast wan tohmetbar dike û helwesta PYD nakeve xizmeta gelê Kurd li Sûriyê û wê tehdîdên PYD xebata wan ranewestînin.