Peyama serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Em bi koça dawiyê ya hunermendê navdarê Kurd Seîd Yûsif pir bi ber ketin. Wî hemû jiyana xwe da hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir, li pey xwe sermayek mezin û dewlemend a hunerî hişt. Ewê hertim bi deng û awaz û bi hunera xwe ya bilnd di bîra me de zindî bimîne.