Serrûpel Nûçe Mosko: Titşê Putin û Esed dixwestin çêbû

Mosko: Titşê Putin û Esed dixwestin çêbû

Belav bike

Di protokola ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser idlibê hatiye îmzekirin de wiha hatiye: Her du alî tekezî li ser serxwebûna Komara Erebî ya Sûrî dikin, her wiha parastina axa Sûriyê, her du alî li Sûriyê şerê rêxistinên terorîst dikin ku UN ew rêxistin weke terorîst bi nav kirine.

-Li seranserê xeta navçeya kêmkirina aloziyan li Idlibê, îşev ji demjimêr 00.01 pê ve agirbest dê bê ragihandin û hemû liv û tevgerên serbazî dê bên sekinandin.

-Li bakur û başurê rêya M4 bi kurahiya 6 kîlometran korîdoreke ewlehiyê dê bê ragihandin. Hûrgûliyên derbarê birêvebirina korîdora ewlehiyê, di nava 7 rojan de ji aliyê wezaretên berevaniyê yên Rûsya û Tirkiyê ve dê bên diyarkirin.

-Dewriyên hevbeş ên Tirk-Rûsî, roja 15ê Adara 2020an li ser rêya M4 ji Trumbayê (2 kîlomtran dikeve rojavayê Seraqibê) heta Ain Al Havrê dê bên destpêkirin.