Serrûpel Nûçe Mihemed Şêxo (1948 – 1989) (vîdyo)

Mihemed Şêxo (1948 – 1989) (vîdyo)

Belav bike

Îro 9 meha Adarê ye, salvegera wefata Bavê Felek e, Mihemed Şêxo.

Pêwîste em wî bi bîr bînin. Wî xizmeteke mezin ji hunera Kurdî re kir.

Îro hejmarek ji xelkê Qamişlo berê xwe dan gora Mihemed Şêxo, jin û zarok li ser goran wî stranên wî gotin, tenbûrê bi xwe re birin, baqên gul û ala Kurdistanê li ser gora wî danîn.
Jineke Qamişlo dibêje, weke rêzgirtinekê ji bo keda wî, ew hatine
salvegera mirina wî bi bîr tînin.

Mihemed Şêxo, sala 1948 li gundê Gîrbanîn a Qamişlo hate dinê, lê ew li gundê Xecokê mezin bûbû.

Ew sala 1969 dest bi karê muzîkê dike.
Mihemed Şêxo sala 1973 derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û di nava pêşmergeyan stranan dibêje, ew hem weke pêşmerge, hem jî weke hunermend di nava şoreşê de dimîne, ya di bin rêberiya Barzaniyê nemir de.

Piştî têkçûna şoreşê, ew derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe, piştî 11 salan vedigre Sûriyê.

Di nava feqîrî û tunebûnê de dijî, hêzên emnî yên Sûriyê jî wî rihet nahêlin.

Roja 9’ê adara 1989’an wefat dike û li pey xwe berhemên hunerî yên gelekî hêja dihêle.