Seroka komîsyona Ewropa Ursula von der Layen got, divê Tirkiyê koçberan
ji ser sînorê Yunanê bi dûrxîne.
Von der Layen di konferanseke rojnamevanî de li Brukselê got, heqê
Tirkiyê tune ye zorê li Yunanê bike û koçberan bişîne ser sînor, tiştê
Tirkiyê dike, krîza koçberan kûrtir dike û rê li ber çareserkirina
pirgirêkê venake.