Serrûpel Nûçe Rêveberê Asayîşa Îbrahîm Xelîl ji ber binpêkirinên tedbîrên corona ji kar hate...

Rêveberê Asayîşa Îbrahîm Xelîl ji ber binpêkirinên tedbîrên corona ji kar hate dûrxistin

Belav bike

êveberiya asayişa giştî ya Kurdistanê, berpirsê asayişa deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji ber “binpêkirina tedbîrên li hember Korona” ji kar dûr xist.

Rêveberiya asayişa Kurdistanê/Hewlêrê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ku berpirsê asayişa dergehê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, Ebdulwehab Mihemed Îsa, ku bi fermî çûbû Almanya, di dema vegerê de tedbîrên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê binpê kiribû û ji cihê qerentînê derketibû.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, wî efserê asayişê tedbîr û biryarên ku li dijî belavbûna Koronayê hatine dayîn, binpê kiriye ji ber wê jî di qonaxa yekem de ew efser ji karê xwe tê dûrxistin.

Di dûmahîka daxuyaniyê de jî hatiye gotin ku bila her kes piştrast be ku ti kes ne bi ser qanûnê re û kesên ku serpêçiyan dikin, tên sizadan. (BASnews)