Serrûpel Nûçe Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ji ber binpêkirinan qedexe hate dirêjkirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ji ber binpêkirinan qedexe hate dirêjkirin

Belav bike

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 2 Twittên cuda de, nivîsî: Îro qedexeya çûnûhatinê ji bo 48 saatan hate dirêjkirin.

Her wiha got, her çiqas zehmete jî, lê ji ber binpêkirinan û bilindbûna hejmara nexweşên Korona, qedexe hate dirêjkirin.

Got: Em hemû di şer de bi hev re ne û pabendbûna we girîng e. Pêwîst e li malê bimînin.

Herwiha diyar kir: Rûbirûbûna rewşa dijwar ji bo Kurdistaniyan ne tiştekî biyanî ye, niha em hemû bi hev re dikarin jiyana welatiyan rizgar bikin, nexweş jî bilez baş bibin û di vî şerê li dijî Korona de jî bi serkevin.