Serrûpel Nûçe Lîwa Ehmed Mismarî: Ew terorîstê ku li Lîbya hatiye girtin nûnertiya Kurdan...

Lîwa Ehmed Mismarî: Ew terorîstê ku li Lîbya hatiye girtin nûnertiya Kurdan nake- Vîdyo

Belav bike

VÎDYO

Berdevkê artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê red dike ku daxuyaniyek dabe û ji hikûmeta Iraqê xwestibe sînorekî ji bo partiyên Kurdî yên herêma Kurdistanê deyine.

Berdevkê artêşa Lîbyayî Lîwa Ehmed Mismarî eşkere kir, ku wan tu daxuyaniyek dernexistine ku têde tê îdîakirin qaşo li Herêma Kurdistanê çekdar perwerdeya leşkerî werdigirin û ji bo Lîbyayê têne şandin ji bo ku ligel artêşa Tirkiyê li Lîbyayê şer bikin.

Miamarî dibêje, ew daxuyaniya hatiye belavkirin sexte ye û ne rast e.

Herweha bi navê Fermandarê berê yê Pêşmergeyê Roj Emîd Mihemed Receb jî daxuyaniyek li ser internetê belav bûye û goya wî daxuyanî daye Rûdawê û gotiye, ku 50 pêşmergeyên Roj çûne Lîbyayê, ew jî derew e.

Rûdawê daxuyaniyek bi vî awayî belav nekiriye û Emîd Mihemed Recreb jî ragihand, ku tiştên li ser zimanê wî di sosyal medya de belav dibin dûrî rastiyê ne û wî ti daxuyaniyeke wiha nedaye.