Serrûpel Nûçe Le Monde diplomatique Kurdî (50) derket

Le Monde diplomatique Kurdî (50) derket

Belav bike

FORMATA PDF

Le Monde diplomatique kurdî, bi hejmara xwe ya 50. bi gotar û analîzên balkêş yên li ser rojeva cîhanî derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne, di vê hejmarê de cîh daye nivîsên li ser vîrusa koronayê.
Weke tê zanîn, ji destpêka salê ve, hemû dinya di bin metirsîya vê şewbê de jîyaneke îzolekirî dijî. Li seranserî cîhanê jîyana rojane ya civakî daye rawestandin. Di warê aborî, sîyasî, sosyal û heta derûnî de, bandoreke piralî li civakê dike. Dirêjbûna vê serdema awarte, herweha dikare rê li ber pirsgirêkên mezin û krîzên civakî veke. Heta roja îroyîn, ji bilî tedbîrên xweparastinê, mizgînîyeke ku bêhna cîhanê hinekî vebike derneketîye meydanê. Bi hêvîya ku di demek zûtirîn de hemû merivahî ji vê karesatê bifilite û vegere rojên xwe yên asayî yên berê. Di vê çarçoveyê de, hûn dikarin nivîsên edîtor Serge Halimi, Prof. Dr. Dr. Jan Ilhan Kizilhan û Théo Bourgeron bixwînin. Di vê hejmara me de, ji bilî gelek gotarên li ser mijarên cûrbecûr, herweha hûn dikarin nivîsa Recep Maraşli ya ku bi boneya salvegera jenosîda ermenîyan jî bixwînin.
Gotara Sonia Combe ya bi sernivîsa ”Li Buchenwaldê, dijfaşîstan şerê bîranînê wenda kirin” jî qala serborîya kampa berhevkirinê ya nazîyan dike ku yekemîn ya hatî azadkirin bû û balê dikşîne ka gelo çima bi demê re partîya AfD li vê herêmê xurt bûye.
Nivîsek din ku dê bala xwendevanan bikşîne jî ya Félix Tréguer e ku di bin navê ”Du rûyên sansurê” de hatiye nivîsandin û cîh dide mijara dewlet û şirketên pirneteweyî yên dijîtal û hewildanên wan yên kontrolkirina înternetê.
Me berê dabû xuyakirin ku dê xwendevan bikaribin mehên adar û nîsanê bi awayekî belaş ji LMd-kurdî sûdê werbigirin, lê ji ber rewşa heyî ev kampanya heta havînê hate dirêjkirin.

LMd-kurdî di vê hejmara xwe de cîh daye tabloyên wênesaz Metin Çelik. Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî bişopînin:

Facebook: Le Monde diplomatique kurdî
Twitter: @Diplo_Kurdi
Instagram: diplo_kurdi
E-Mail: info@diplo-kurdi.com
Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.
Birêveberîya Lmd-kurdî