Serrûpel Nûçe Duhokê bi temamî xwe ji Korona paqij kir

Duhokê bi temamî xwe ji Korona paqij kir

Belav bike

Êdî hêdî hêdî li Kurdistanê dawî li virusa korona tê.

Li Duhokê nexweşên korona neman, yên nexweş bûn çûne mal, rihet bûn.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê ragihand, êdî ewê di nava xelkê de dest bi têstên Korona bikin ji bo ku piştrast bin, ka ew vîrus di nav xelkê de maye yan na.

Dr. Saman Berzencî got, ev 4 rojin tu kesek bi vîrusa Korona nektiye û tevahiya têstên ku hatine kirin jî, negatîf bûne.

Wezîrê tenduristiyê eşkere kir ku hîn jî xetera korona bi dawî nebûye û divê xelk pabendî rênmayan bin.