Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih li bajarê Silêmaniyê civiyan û “rewşa siyasî, pêngavên piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina krîzan” gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 11ê Gulanê serdana bajarê Silêmaniyê kir û bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.
Di daxuyaniya piştî civînê de tê gotin, di civînê de herdu aliyan behsa pêşhatên siyasî yên Iraqê kirin û bi giringî ve tekezî li ser “pêwîstiya çareserkirina krîz û nakokiyan, bi arasteya dabînkirina aramiyê û awirdana li jiyan û debara hemwelatiyên tevahiya navçeyan û yên Herêma Kurdistanê kirin.”
Her li gor daxuyaniyê, di civînê de bi giringî ve behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî hat kirin û herdu aliyan “tekezî li ser piştevanî û hevahengiya li gel hikûmeta federal kirin, ji bo derbaskirina krîzan û karkirina ji bo dabînkirina debar û tendirustiya hemwelatiyan, herwiha ji bo têkbirina paşmayiyên terorê û istiqrara ewlehiyî li hemû navçeyên Iraqê.”
Serokê Kurdistanê û Serokomarê Iraqê, di civîna xwe ya îro de li Silêmaniyê, behsa çareserkirina pirsgirêkên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê li gor destûrê û bi taybet jî pirsa bûdce û mûçeyên fermanberan jî kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih pêwîstiya yekrêziyê û aramkirina aloziyan li Iraqê jî gotûbêj kirin, “bi awayekê ku hemû hêz û şiyan ji bo dabînkirina aramî û debara xelkê û encamdana reformên bingehîn bêne terxankirin û li şûna nakokî û rikeberiyên biçûk, li gor destûrê xizmeta xelkê û daxwazên wan were kirin.”
Her li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê tekezî li ser yekrêzî û tifaqa li Herêma Kurdistanê kirin, bi corekê ku hemû alî dûr ji aloziyan, şiyanên xwe bo bersivdan û dabînkirina pêwîstiya hemwelatiyan û dabînkirina debara jiyanê bo wan û istiqrara siyasî û emnî terxan bikin. (Rûdaw)