Şanderê Amerîkî ji bo Sûriyê James Jeffrey got, Rûsya li Sşriyê serkeftineke serbazî ya mezin bidest xist, lê ew ji serokê Sûriyê ne razî ye.
Jeffrey bi riya vîdyoyê beşdarî konferanseke Enstituya Hudson a Lêkolînên Stratejî bû û ragihand, Rûsya xwediyê berjewendiyên girînge li Sûriyê… Rûsya li Sûriyê ji aliyê serbazî ve gelekî serkeftî ye, lê pirsgirêk ewe riyeke siyasî ji bo dûrxistina serokê Sûriyê Beşar Esed nabîne.
Jeffrey wiha dibêje, “Sala borî em bi Rûsan re axivîn û ew ji Esed ne razî ne, lê pirsgirêk ewe heta niha bedîlekî ji wî re nabînin…”