Serrûpel Nûçe Amerîka piştgiriya Nêçîrvan Barzanî dike ji bo nêzîkirina aliyên siyasî li rojavayê...

Amerîka piştgiriya Nêçîrvan Barzanî dike ji bo nêzîkirina aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê

Belav bike

Di civîna îro de ligel serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, kunsulê Amerîka li Hewlêrê Stîvin Feygin spasiya Barzanî kir, ji bo hewlên wî yên nêzîkkirina aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Di civînê de her wiha behsa pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de, rewşa siyasî û abûrî li Kurdistanê û Iraqê hate kirin.

Niha li Rojavayê Kurdistanê danûstandinên rasterast di navbera ENKSê û PYDê de bi navbênkariya Amerîka û piştgîriya Hikûmeta Kurdistanê têne kirin.

Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî jî, di nava van danûstandinan de roleke erênî ji bo nêzîkkirina aliyan dibîne.

Li gor tê xuyakirin, heta niha atmosfera civînan êrînî ye û pêşketinên baş çêdibin.