Serrûpel Nûçe Nehîştin serokwezîr derbasî kafêterya bibe û ew paşve vegerandin

Nehîştin serokwezîr derbasî kafêterya bibe û ew paşve vegerandin

Belav bike

Serokwezîra Newzelenda Jacinda Ardern, xwest ligel dergîstiyê xwe biçe li kafêterya taştê bixwe, lê ji ber ku cih li kafêterya tune bû, rê nedan wan derbasî hundir bibin.

Ji ber nexweşiya Korona, mişterî dûrî hev rûniştibûn, nedibû maseyeke din bînin, ji bo serokwezîr û dergîstiyê wê.

Kesekî ku li hundir rûniştibû, yekser li ser Twittera xwe nivîsand: “Ya sitar, nehîştin serokwezîr derbasî hundir bibe!”