RÊZGIRÎ Û BÊRÊZÎ
Carina di gotûbêjê de ku ez bi kesekî ji xwe mestir, an rêzlêgirtiyê nav civakê re, xîtaba “tu/te” bikartînim, his dikim ku weka bêrêziyê tê fahm kirin, dudilî di xîtaba min de peyda dibe.
Lê ya min bi xwe ne ji bêrêzîyê ye. Jiyana min 24 salan li welêt, ya piştre li Swêdê çuye û di her du qonax/waran de bikaranîna van xîtaban jirêzê ye.
Swêdî ji bo xîtaba rêzlêgirtinê, ne pirejimariya kesayetîya duyê (hûn), yekejimariya kesayetiya sêyê (ne cînav, nav) bikartînin, lê îro weka bermayiyeka mîrasa kevn a arîstokratîk maye, ji serokwezîrê xwe re jî dibêjin “tu/te”.
A kurdan jî ji alî rêzimanî ve xîtaba rêzlêgirtinê, kesayetiya yekjimariya sêyê ye ne ku pirejimariya duyê û ew jî qasî ya swêdiyan arîstokratîk maye. Her wekî; mamosta çi difermo, biryara seyda çi ye, bira axa kerem bike, fikra bavo/dayê ji bo me muhîm e.
Meseleyeka din a giring; tê gotin ku gava meriv behsa xwe dike, ji bo nezaket û nefspiçûkiyê, divê meriv nebêje “ez/ min”, bêje “em/me”. Lê, di civakên hemdem ên ku ne teb’atî, welatîtîya azad lê heye, her kes ferdek e, kesek e, gava behsa xwe dike, dibêje “ez/min”, ne ku “em/me”. Nefpiçûkî û nezaket ew e ku gava meriv bi tenê tiştek kir an fikreka şexsî ya wî bi xwe hebe, bêje “ez/ min” ne ku xwe bike şexsiyeteka an statuyeka kollektîf.