Serkirdeyê Tev Demê Aldar Xelîl li ser Facebooka xwe behsa hevdîtinên aliyên kurdî kir û got:
Piştî hevdîtin û danûstandinên ji bo berjewendiya niştimanî ji bo gelê me: Spas ji bo hemû kesên ku bûne alîkar, ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku di navbera ENKS û Partiyên yekîtiya niştimanî ya kurdî de asê mabûn. Ev serkeftin û ji hevtêgihiştina destpêkê pêk hat, wê bibe destpêkeke girîng û piştgiriyeke bi hêz ji bo pêkanîna yekîtiya kurdî.
Bi hêviya pêvajoya bê, pêvajoya pêşketinên dîrokî be ku bikeve xizmeta gel û armancên wî yên demokratîk…