Dr. Mihdî Dirêyî, yek ji navdartirîn doktorên cerrah ên (operator) Îraqê bû, gelekî serkeftî bû, bi 5 zimanan zanibû, sala 1995 bi xwe diya xwe emeliyat dike, lê diya wî di dema emeliyatê de dimire, Dr. Mihdî şok dibe û psîkolojiya wî xerab dibe.
Ji wê demê ve êdî dev ji xweşiya jiyanê berdide û diçe kuderê li wir ser dîwar yan jî li ser erdê dinivisîne: Ji te hez dikim dayê, li min bibore.