Serrûpel Nûçe Hunermendê ji Dêrsimê Alî Înanir albumeke akustik belav kir (vîdyo)

Hunermendê ji Dêrsimê Alî Înanir albumeke akustik belav kir (vîdyo)

Belav bike

Hunermendê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Alî Înanir ku bi
Alî Dersîmî jî tê naskirin, albumeke nû ya stranan bi awayê Akustîk anku live belav kir.

Di albumê de sê stran hene ku du ji wan bi şêwezarê Zazakî (Kirmanckî)û yek jî bi Kurmancî ye, stranên hersê klîpan evînî ne.

Navê stranln di albumê de “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ezu Tû” ne.

Hersê berhem ji têkst û awazên Alî Înanir bi xwe ne û karê wênegirtin û kişandina vîdeoyê jî karê wî bi xwe ye.

Alî Înanir ji Rûdawê re ragihand, ku albuma wî ya nû berhema çar mehan kar û xebatê ye.

Hunermend Alî Înanir sala 1982 li Dêrsima Bakurê Kurdistan ji dayik bûye, dema 10 salan e karê hunerî dike û di sala 2019 yekem albuma xwe bi navê “Zerrî Dej” belav kir. Ji bilî albuman, Înanir hejmarek stran bi sîngil û videoklîp jî belav kirine. Rûdaw