Serrûpel Nûçe Li Efrînê çekdar zorê li xelkê dikin ji bo zarokên xwe bişînin...

Li Efrînê çekdar zorê li xelkê dikin ji bo zarokên xwe bişînin şerê Lîbya – vîdyo

Belav bike

Vîdyo

Çekdarên Mirtezeq li Efrînê zorê li xelkê dikin ji bo ku zarokên xwe bişînin Lîbya û ji ber Tirkiyê ve şerê artêşa lîbî bikin. Kî wî karî dike?

Grûpa Siltan Murad ku bi navê Emşat tê naskirin wî karî dike.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku Emşatan, roja 6ê tîrmehê, gundiyên Şiyê li ser riya Sereke ku jê re riya Hemamê tê gotin kom kirine.

Seyfedîn el-Casim, birayê Ebû Emşe fermandarê grûpa Siltan Silêman Şah daxwaz li gundiyan kiriye ku zarokên xwe bişînin Lîbya da ku li wir şer bikin.

Seyfedîn el-Casim ji gundiyan gotiye re li şûna ku hûn li bendî mewsîma zeytûnan dimînin zarokên xwe bişînin Lîbyayê şer bikin û mehane 2 hezar dolar bisîtinin.

Hejmara çekdarên Sûrî, ku Tikriyê ew weke murtezeq şandine Lîbya 15 hezar çekdar derbas kiriye.