Serrûpel Nûçe Têmûrê Xelîl: “Dayîka Tereza” ya Kurd di 96 saliya xwe de li...

Têmûrê Xelîl: “Dayîka Tereza” ya Kurd di 96 saliya xwe de li Almatî wefat kir

Belav bike

Têmûrê Xelîl

Van dawîyan ez çûbûme Alma Atê dewata nevîya profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan. Min gelek kurdên ber dilê xwe ezîz dîtin, wek akademîsyenê di cihanê da binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm, aborîzan, profêsor Ezîzê Zîyo, bizîşkê navdar, profêsor Barîyê Nadir, sîyasetzan, profêsor Mehmedê Misto, karsazê hêja Borîsê Kinyaz û gelekên din. Lê ji her rêwîtîyekê bûyerek, qewmandinek, şexsek di qulçekî mejûyê te da zexm cîyê xwe digire û herdem dilê te baristan dike. Ew dayîka Ezîz – Gulistana Silo ya 94 salî bû, ku di çavên wê da tevaya dîroka penaberîya kurdan, di zarê wê da tevaya şîrinaya zimanê me, di qerçimokên li ser rûyê wê da tevaya zulma dijmin û herwiha xweşbînîya qedera gelê me xuya dikir. Û bi sohbeta min a bi wê ra bê hemdî min fikirek hat serê min: -Xwedê ewqas emir dayê û gotîyê: ”Heta behsa Kurdistana serbixwe nekeve guhê te, ez ruhê te nastînim…”. Wê rojê li Alma Ata 5 hezar kîlomêtran ji Kurdistanê dûr zirneya kurdî, zar-zimanê kurdî, stiranên kurdî, ruhê kurdî li dewatê perwaz dida û dilê her kesî baristan dikir.

Li odeya kar ya Ezîzê Zîyo

Dagirkarên welatê me sala dora 1870î malbeta xanima kurmancî Gulistana Silo mecbûr kirin bi neferan va terka welatê kal û bavan bide, berê xwe bide Axalsixa Gurcistanê. Stalînê gorbigor li vir jî ew rehet nehîştin û sala 1944an biryar derket, ku malbeta wan tevî gelek malbetên kurdan sirgûnî Asîya Navîn bike. Wê demê, wek dibêjin, Gulistan xanim bûka ber perde bû. Ew jî wê demê ku malxwêyê mala wî Zîyo Bedirxan di wê salê da leşkerîya wî welatî dikir, ew welat ji destdirêjayên dijmin diparast. Û dema vegerîya, pê hesiya ku malbeta wî sirgûn kirine, wî jî da ser rê û bi xwe riya sirgûnîyê girt, gihîşte malbetê.

Û her caran jî xanima wî – xatûna xwedî şertê xwe, çiqas ji welatê xwe dûr diket, ewqas hesreta welêt di dil da zêde dibû. Û li vir bû xwedî mal û hal, hewil da bi welatê xwe, bi warê xwe, bi zimanê xwe, bi erf û edetên kal û bavan bijî û di wî karî da bi ser ket. Zarên delal mezin kir û roja 90 salîya wê dewletê, malbetê, merivên ber dilê wê ezîz qedirê wê girtin, karmendên dewletê yên derecebilind medalyayên zêrîn yên şêkirandinê û sipasdarîyê danê. Di nav mêvanên qedirblind da herwiha kurdê navdar hebûn, wek akademîsyen Nadirê Kerem û xanima wî doçent Helîma Emo, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm û yên din. Wê rojê ew bi nav kirin wek Dayka Tereza a kurdan.

Ez û Ezîzê Zîyo ber wêneyên serokên kurdan

Ezîzê Zîyo Bedirxan li koka xwe gerîya û dît!

Wî hemû kitêbên derheqa malbeta Bedirxanîyan da xwend, çû rastî Sînemxana Celadet Bedirxan hat, berê xwe da Amêrîkayê, rastî Seyf Bedirxanê navdar hat, li wêneyên malbeta Bedirxanîyan mêze kir û kete bîrê, ku Zîyoyê bavê wî behsa hinek kesên ji malbetê dikir, ku Sînemxan û Seyf behsa eynî kesan dikirin. Û Sînemxan derheqa naskirina Ezîzê Zîyo da got: -Ez serbilind im, ku yekî wek Ezîzê Zîyo ser malbeta min da zêde bû…

Û di nameya Pîrozbahîya 90 salîya Gulistan xanimê Sînemxana keça Celadet Ali Bedirxan ha nivîsî (hejmara 1-2 a kovara kurdên Qazaxistanê NÛBAR a sala 2016an):

-Birayê qedirbilind, Ezîzê Bedirxan!  Heyf ku saxlemîya min dest nade, min nikaribû tevî şahîya We ya 90 salîya meta xwe ya hezkirî Gulîzerê bibim, ku salên dirêj bi apê min Zîya Bedirxan ra jîya ye. Wana zarên xwe û nevîyên xwe bi ruhê welatparêzîyê mezin kirin, zimanê xwe û erf-edetê xwe parastin, li çanda xwe xwedî derketin. Em ji Gulistan xanimê ra tundurustîya baş, jîyaneke temendirêj, bextewarîyê dixwezin di Qazaxistana serbixwe da ku bûye welatê wê yê duyemîn.

Profêsor Ezîzê Zîyo, Têmûrê Xelîl, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm û dengbêj Dewrêş Serhedî

Rola Zîyo Bedirxan di hevdîtina Mustefa Barzanî û Nîkîta Xrûşçov da

Hinek bûyer weke bombeyeke neteqandî ne. Haya kesî jê tune. Lê dema ew bombe diteqe, her kes behsa wê dike. Dema Barzanîyê Mezin bi 500 pêşmergeyên xwe va derbazî ser axa Yekîtîya Sovyet bû, ew şandine Ûzbêkistanê, li warekî bi cî kirin, rê nedidan tu kes ji wî warî derkeve û tu kes jî seredana wan bike. Nasnameyên tu kesî jî tunebû. Di vê rewşê da Barzanîyê Mezin ji warê xwe derdikeve, li balafirê siwar dibe û xwe digihîne Moskvayê, diçe Kremlînê û Xrûşçov ew qebûl dike. Hilbet, bo pêkanîna vî karî nas-dost, xêrxwaz, cesaret, pere, mêrxasî, welaparêzî û h.w.d. lazim bû.

Ber mezelê gorbuhuşt Zîyoyê Bedirxan, ku rehê wê digihîje binemala kurdan a binavûdeng

Ka em mêze bikin di pirtûka Ezîzê Zîyo Bedirxan ya bi sernavê “Lehengê efsaneyî” da, ku ser 110 salîya bûyîna Barzanîyê Mezin e, çawa bi awayekî sergirtî behsa vê yekê tê kirinê û ji wê tê fêmkirin ku ew welatparêzê mezin kê bûye, ku xwe bi her awahî daye ber karê seredana Barzanî li Moskvayê û rasthatina wî bi Xrûşçov ra.

-Bavê xudanê vê pirtûkê, aqilmendekî kurdan yê binavûdeng, Zîyo Bedirxan, gelek caran behsa rasthatinên xwe bi pêşmergeyên barzanîyan ra kirîye, ku li rex Taşkendê diman, û herdem jî bi dilgermî ew bîr dianîn. Berî 60 salan Zîyo Bedirxan bi çend hogir û hevalbendên Barzanî ra bû nas. Ew rasthatin heta-hetayê di bîra wî da man, wek bîranîneke here xweş di jîyana wî da. Bavê xudanê vê pirtûkê nikaribû helwesta wan a germ û dilvekirî di hindava merivan da ji bîr bikira. Ji wan kesên mêrxas û xwebexş paqijî û dilxweşî dibarî, û ew helwest tesîreke mezin li ser Zîyo Bedirxanê genc kirîye.

Dû ra di eynî kitêbê da tê gotin:

Profêsor Ezîzê Zîyo, serokê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang” Kinyazê Îbrahîm, rojnamevan Têmûrê Xelîl, akademîsyen Nadirê Kerem, dengbêj Dewrêş Serhedî, karsaz Hemze Bedirxan

-Mustefa Barzanî dema behsa mirina Stalîn dibihîse (5ê adarê sala 1953an), biryar dike, ku êdî dema wî hatîye. Ew di meha nîsanê bi surî ji Taşkendê çû Moskvayê. Nasekî wî yê kurd, binecîyê wan deran jê ra bilêta balafirê peyda kir û ew bi awayekî serketî gîhande Moskvayê.

Îro ku Gulistana Silo bi tundurustîya gelekî baş 94 buhar li dû xwe hîştine, herwiha bi saya hezkirin û dilovanîya kurê wî – Ezîzê Zîyo ye jî. Ezîzê ku endamê Assamblêya Gelên Qazaxistanê ye û serokatî li 3 hezar xebatkaran kirîye, heta niha jî wek zarokekî ber diya xwe digere. Ezîzê ku bûye serekê pêşin yê Komeleya kurdên Qazaxistanê “Berbang”, bi dehan salan sponsorîya weşanên wê – kovara xurû kurdî “Nûbar” û rojnameya “Jîyana kurd” (bi rûsî û kurdî) kirîye û ew dane weşandin, eynî Ezîz dikare xulamtîya miletê xwe bike. Ezîzê ku bû doktorê aborîyê, profêsor, xudanê pirtûkên bi sernavên “Merivê efsaneyî” û “Kurdistana Sor” (kitêba pêşin wê îsal bi wergera kurdî ji alîyê weşanxaneya DOZê çap bibe, a duduyan tê wergerandn û wê sala tê çap bibe), dikare bo civîneke kurdî hezar kîlomêtr bide ber xwe here komarên din, ku kurd lê dimînin û dikare bo piştgirîkirina Referendûma Kurdistana Başûr çend civînan amade bike û seredana welatê kal û bavan bike.

Îro bi saya serê 3 serbilindayên me – Nadirê Kerem, Kinyazê Îbrahîm û Ezîzê Zîyo (hilbet gelek kurdên din yên welatparêz û zane jî hene) navbenda çand û edebîyeta kurdî li Sovyeta berê ji Ermenîstanê derbazî Qazaxistanê bûye. Miletê kurd li vê komarê (herwiha her kurdekî welatparêz li cihanê jî) bi van mezinayên xwe kubar dibe û dibêje: -Xwedî û xudanên me hene!

Riataza