Rêvebera balafirxaneya Hewlêrê Telar Faîq di konferanseke rojnamevanî de îro ragihand ku ji bo vekirina balafirxaneyê wan hemû amadekarî kirine.
Faîq got, saziya medenî ya bafirvaniyê li Îraqê biryar daye ku heta 22.07.2020 hemû geştên normal hatine rawestandin.
Piştî wê demê ihtîmaleke mezin heye ku geştên normal yên ezmanî dest pê bikin.
Ji roja 17.03.2020 geştên ezmanî ji ber vîrusa korona hatibûne rawestandin.