Roja 03.08.2014 terorîstên Daişê li dijî Êzîdiyan li Şengalê, li başûrê Kurdistanê komkujî pêk anîn.
Terorîstan, bi hezaran, keç, jin, zarok û kesên Êzîdî revandin, kuştin û firotin.
Heta niha jî hejmareke mezin ji wan wenda ne.
Êzîdî wê komkujiyên weke Fermana 73 bi nav dikin.