Asayîşa Rêveberiya Xweser li Qamişlo careke din logoya PDK-S û Ala Kurdistanê çêkir, ku ji aliyê grûpa bi navê “Ciwanên Şoreşger” ve hatibûne xerabkirin.
Ew kiryarên grûpa bi navê “Ciwanên Şoreşger” bûbû cihê nerazbûna Kurdistan û weke derbeyekê li dijî diyaloga Kurd-Kurdî bi nav kirin û ji Rêveberiya Xweser û HSD xwestin ku rê li ber kiryarên grûpa bi navê “Ciwanên Şoreşger” bigirin, ji ber ku ew êdî nakevin xizmeta doza Kurd.