Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema serdana xwe ya Tirkiyê de, xûşk û birayekî ku Daişê revandibûn û li Tirkiyê li malekê bûn, bi xwe re anîn Kurdistanê.
Her du zarokên Êzdî, Emîr û Emîre, Daişê navê wan kiribû Ehmed û Aya, piştî 6 salan Nêçîrvan Barzanî ew ji Enqerê bi xwe re anîn Kurdistanê.
Li gor nûçeyeke Rûdawê, Emîr 10 salî ye û Aye 11 salî ye, ew xelkê gundê Giruzêr in li Şingalê. Heta niha xwîşk, birayek û dayik û bavê wan ne diyar in.
Wan her du zarokan zimanê kurdî û erebî ji bîr kirine û bi tirkî diaxifin.
Li gor amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, sala 2014an 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî winda bûn û heta niha 3 hezar û 537 kes hatine dîtin û 2 hezar û 880 kes jî bêserûşûn in.