Serrûpel Nûçe Trump: Min xwest Esed bikujim lê…

Trump: Min xwest Esed bikujim lê…

Belav bike

Serokê Amerîka Donald Trump got ku wî xwestibû serokê Beşar Esed bikuje, lê wezîrê berevaniyê yê wê demê James Mattis nehiştibû.

Trump di hevpeyvîneke xwe ji televîzyona FOX re got sala 2017wî xwest fermana kuştina Esed derxîne, lê Mattis razî nebû.

Li ser pirsa: Tu poşmanî ku te Beşar Esed nekuşt?”

Trump got: Na ne poşman im.

Di sala 2018 de navbera Trump û Mattis xerab bûbû, wê demê Trump ji Mattis re gotibû, pêwîst bû sala 2017, poştî ku Esed çekên kîmawî bi kar anîn, me Esed kuştiba, lê Mattis qebûl nekir.

Wê demê Trump, mesela kuştina Esed red kiribû, û gotibû wî tiştekî wiha negotiye, lê niha derdikeve û dibêje raste wî xwestibû Esed bikuje.