Navê qatilê malbata Kurd li Bexdayê Mehdî Husên Nasir e, Antî Terora Kurdistanê ew girt, itîraf dike û dibêje, ev 4 sal in ew wê malbata Kurd nas dike, 2 roj berê jî wî pere ji bavê Şîlanê xwestine, lê Bavê Şîlanê pere nedane wî, gotiye pere bi min re tune ne.
Qatil Mihdî dibêje, li ser vê mijarê nîqaş di navbera wan derketiye û wî jî rabûye ew kêran kuştiye, piştre hevjîna wî hatiye hundir, wî ew jî bi kêran kuştiye, piştre keça wan Şîlan derbasî hundir bûye, destpêkê xulîdanek li serê wê xistiye û daye ber lêdanê, piştre serê wê xistiye bin balîfekê û ew xeniqandiye.
Û 10 hezar dolarên ku di mala Bavê Şîlanê de hebûn, diziye û hatiye Hewlêrê, xwe li hotîlekê veşartiye.
Xwestiye biçe Tirkiyê, berî ku bireve Antî Terora Kurdistanê ew girtin.