Salȇn 1914-1920 ȋ ji bo Ȇzdîyȇn Serhedȇ dema here dijwer bû. Șerȇ cihanȇ yȇ ewlin dinȋya tev li hev kiribû, herema Serhedȇ bûbû meydana șer û dewȇn xezeb. Roma reș, wek lȇya zulmȇ berbi Kovkasȇ dikșȋya û li ser rȇya xwe ҫi hebû wȇran dikir. Salȇn ji alȋyȇ Tirka va komkujȋya Ermenȋya û Kurden Ȇzdȋ bû. Ȇzdȋyȇn Serhedȇ li ber pirsa hebûn- nebûnȇ sekinȋ bûn. Cȋnar jȋ wan hatibûn xezebȇ. Erd li bin lingȇ wan da dișewitȋ. Cihanê da kes haj tiragȇdȋya Ȇzdȋyan nȋ bû.Heta medîya Ermenîya jî derheqa hevkarên xwe yê Ȇzdî da nedinivîsîn. Tu piștgirȋ, alȋkarȋya madȋ û moralȋ wan ra tune bû. Xelkȇ milk û mal, gund û warȇ xwe hȋștibûn, bo serȇ xwe û nefera xilaz bikin direvȋyan Ermenistan û Gurcistanȇ. Xelayȇ, nexweșȋyan wek șûrȇ dudev gel dibirȋ. Hȇzȇn Ȇzdȋyan jî tevȋ Ermenȋyan dijȋ Tirkan șer dikirin, lê qewat ew nȋ bû, ku ber wȇ xezebȇ bigrin.
Rûsȋyayȇ da, ku berȇ ew herem bin perȇ wȇ da bû, Șorișa Komûnȋsta/Bolșȇvȋka ser ketibû, șerȇ bajarvanȋyȇ bû, Rûsan mecbûr hȇzȇ xwe ji wȇ heremȇ kișandi bûn. Ҫiqas jȋ Rûsȋyayȇ da hal xirab bû, lȇ di nava hukumdarȋya Komûnȋsta, ya nû da tevgerek ji bo ҫareserkirna pirsȇn miletȋyȇ, ҫaranûsa gelȇn bindest û kȇmjimar rojavȇ da bû.
Wȇ demȇ gelek sȋyasȋmeder, rewșembȋr, șorișvan, pȇșȋkȇșên gelȇn Kovkasȇ ҫaranûsa gelȇ xwe Rûsȋyayȇ û hukumdarȋya komûnȋsta va girȇ didan. Ji wan yek jȋ Șemoyê Hemo Tȇmûrov bû. Șorișvanȇ, ku hela hȇ 20 salȋ jȋ nȋbû, xwe avȋtibû nava wȇ tevgerȇ. Bûbû șorișvan, sȋyasetmedar, serleșker û berdevkekî wȇ sȋyasetȇ.
***
Șemo Tȇmûrov, sala 1898 a, li gundȇ Eslanlûyȇ, qeza Surmelîyê ji dayȋk bûyê. Wȇ demȇ dewleta Rûs, li gundȇ Ȇzdîyan, Zorȇ da, bo zarokȇn Kurdan dibistana zimanȇ rûsȋ vekiri bû (1904). Șemo dibe șagirtȇ wȇ dibistanȇ. Derheqa xwendin, jȇhatin û zȋrekya wȋ da, kurapȇ wȋ, șagirtȇ wȇ dibistanȇ Feyzo Beg1, bȋr tanȋ ku Șemo di nav șagirtȇn dibistanȇ da, bi xwendina xwe berbiҫav diket, li nav gȇncȇn heremȇ da sȋyar û nȋșandarekȋ weke wȋ tune bû, culet û bȇ tirs bû. Dersdarên dibistanȇ, xazma rȇvabirȇ mektebȇ yȇ ewlin Bagrat Xarȋbcanyan2, guhdarȋke mezin datanȋ ser șagirtȇ jȇhatȋ. Bagrat Xarȋbcanyan wê demê șoreșger- komûnȋstekȋ naskirȋ bû. Șemo zarotîyȇ da, wȋ va tȇ girȇdan, dikeve nava wȇ tevgerȇ. șorișvan, sosyalȋst, evdȇn wȇ demȇ yȇ eyan ra dibe nas, tevȋ șerȇ Serderabadȇ dibe. Wȋ șerȋ da bi mȇrxwesya xwe berbiҫav dikeve. Wura ew Hovhanȇs Baxramyan 3 (pașȇ Marșalȇ Yekȋtȋya Sovȇtȇ/ û gelekȇn din ra dibe nas. Bi aktȋvȋ tevȋ șerkarȋya demezirandina qaydȇ Sovȇtȇ li komarȇn Gurcistanȇ û Ermenistanȇ dibe 4.
Sala 1921 ê desteya sȋyarȇn Kurdan (ȇskadiron), bi fermandarȋya Șemo Tȇmûrov tȇ demezirandin. Êskadiron tevȋ Ordȋya Sor dibe, jibo altindarȋya qeydȇ sovȇtȇ komarȇn Kovkasȇ da bi mȇrxasȋ șerkaryȇ dike. Ji wê demȇ da Șemo Tȇmûriv wek fermandarekȋ jȇhatȋ tȇ naskirin5.
Sala 1922 a dibe berendem, lê 1924 dibe endemê partîya Komûnîstyê. Wek kadirekȋ wȇ demȇyȋ zane û aktîv tȇ naskirin. Komȋtȇya Navendȋ ya Partȋya Komûnȋstyȇ ya Pișkovkazȇ (Wê demê rêspûblȋkȇn Pișkovkazȇ ji wȇ merkezȇ dihatin rȇvabirin) wȋ dișȋnine Ermenistanȇ ku nava Kurden wȇ rȇspûblȋkayȇ da xebatȇ bike. Berȇ wek ȋnspȇktorȇ qeza Gumuryȇ (Lȇnȋnakanȇ) yê partȋya komûnȋstȋyȇ, pașȇ înspȇktorȇ Komȋtȇya Navendȋ Partîya Komûnîstîyê yȇ komara Emenistanȇ dixebite, zûtirekȇ wȋ kivș dikin katibê ewlin yê partîya Komûnȋstȋyȇ yȇ nehȋya Hecîxelîlê, kȋderȇ 12 gundȇn Kurdȇn Ȇzdȋ hebûn6.
Wan sala, hema li wȇ nehȋyȇ û zozanȇn ҫîyayȇ Elegezȇ (Dȋsa ew nehȋ ye) ҫend caran Konfȇransȇn Kurdan, yȇn dȋrokȋ tȇn organȋzekirin. Kȇ, pirȋ hindikȋ haj xebata serokatȋya nehȋyȇn weletȇ Sovȇtȇ heye, dizane di organȋzakirna ҫalakyȇn wusa da rola serokatȋya nehȋyȇ, xazma katibȇ ewlin ҫiqas mezin e.
Van xebata da ew her tișt dike ji bo gundên rêspûblîkayê, bi tebyetȋ yȇn kurda da vekirina mekteba, kilûba, hildana nexwendîtȋyê, șerkarȋ dijȋ edetȇn kevne ziyandar, parastina mafȇ jinan, ҫêkirina gundên nû, xweșkirina halȇ binelȋyan.
Ședȇ wȇ dimȇ ji bȋr tanȋn, ku Șemo Tȇmûrov li hemû gundȇ Kurdan yȇ li Ermenistanȇ digeriya, dijwerȋyan dihisya, hewl dide ҫiqas kare alȋ wan bike. Guhdarȋke mezin datanȋ li ser pirsgirȇkȇn jinan. Bȋr tȋnin, sala 1926 a 11 meha Adarȇ șȇwrdarȋya aktȋva gundȇ Camûșvana mezin da /Elegeza niha/ bi xeberdan pȇșda tȇ, guhdarȋya hazira dikșȋne ser parastina mafȇ jinan, di nav wan da hildana nexwendȋtiyê7.
Sala 1928 a meha hezîranê biryar tê standin elfeba zimanê Kurdî li ser girafȋka latînî bê demezirandin, ji bo wȇ xebatȇ komȋsyonek tȇ sazkirin. Navȇ wȇ komȋsyona cabdar, tevȋ wezȋrȇ ronkayȇ yȇ Komara Ermenistanȇ Askanaz Miravyan, nivȋskarȇ Kurd Erebȇ Șemo wusa jȋ Șemo Tȇmûrov bû 8.
Wan sala ew tȇ bijartin wek dȇlȇgatȇ Hemcivȋna Komȋtȇya Navendȋ ya Partȋya Komûnȋstyȇ /Bolșȇvȋkyȇ/ Ermenistanȇ û Pișkovkazȇ. Salȇn 1925-1928 a endemȇ Komȇya Navendȋ Partȋya Komûnȋstȇ Ermenistanȇ bûye 9.
Hukumdarȋya Welatȇ Sovȇtȇ guhdarya mezin datanȋli li ser pirsȇn parastina welȇt, di cȇrgȇn Leșkerȇn sovȇtȇ da hazirkirin perwerdkirina leșkeran ji gelȇn kȇmjimar. Bi wȋ meremȋ, sala 1929a, di nava alaya (dȋvȋzȋya) Ermenȋya da desteya (vașta) Kurda tȇ organȋzakirin. Fermandarȇ kȋjanȇ Șemo Tȇmûrov bû. Bi saya fermandar, demeke kin da, Bȇlûka kurdan, ne tenȇ nava wȇ alayȇ da berbiҫav dikeve, lȇ nava temamȋya leșkerȇn herêma Pișkovkazȇ da dibe koma here serketȋ.
Sala 1932 a rojnema „Karmȋr Zînvor“ (Leșkerȇ Sor) derheqa wan da dinivȋse: „Îsal payȋzȇ di cȇribandinȇ hazirȋya leșkera ya salê da, hevalȇ Tȇmûrov bi bȇlûka xwe va berbiҫav ket. Ji bo wȇ pȇșketinȇ leșkerȇn temamya bȇlûkȇ hȇjayȋ sipasnema serokatyȇ û 500 rûb dȋyaryê bûn“10.
Sala 1934 a Bȇlûka wȋ dȋsa hȇjayȋ qȋmetȇ herȋ bilind û pesindayȋnȇ dibe. Wan sala li Moskivayȇ kûrsȇ fermandarȋyȇ, debas dibe, serokatȋyê hȇzȇn sȋnotxweyȋkiryê dike. Tevȋ herba cihanȋ ya duda (șerȇ Wetanȋyȇ) dibe. Sala 1945 a dibe komȇndatȇ bajarȇ Almanȋyayȇ Baytȇnȇ11.
Ji bȋranȋnȇn dost, heval û ședȇn wȇ demȇ, em pȇ hisyan ku fermandarȇ jȇhatȋ bi fanatȋkȋ ȋdayȇn komûnȋstyȇ û sȋyaseta deshilatdarȋya Moskivayȇ bawar dikir, xwe bi temamȋ diyarȋ parastina wȇ ȋdȋologȋyayȇ kiribû. Dema herba navbera Naziyȇ Almanȋya û Dewleta Sovȇtȇ da dest pȇ dibe ew lawȇ xweyȋ 17- 18 salȋ, bi rezadilȋ dișȋne meydana șȇr. „Șemo dixwest lawȇ me bibe fermandarekȋ mezin,- pȋreka wȋ, xalojina Haykûș bi keser bȋr tanȋ,-Arabҫȋkȇ me zû șihȋd ket. Ji wȇ caba reș debeke giran Șemo ket, ew zilamȇ wek ҫiya șikest…“
Ji pey șȇr ra Șemo Tȇmûrov karȇn leșkeyȇ ye cuda dike, bajarȇ Lȇnȋnakanȇ (Gumurȋyȇ) da, kȋderȇ malȇ va dijȋt, wek serokȇ deșȋxaneke avtotransportȇ dixebite. Bi aktȋvȋ tevȋ karȇ bajȇrȋ civakȋ dibe.
Sala 1966 a, li bajarê Gumuriyê /Lênînakanê wefet dibe. Gilȋ dikin ku ji bo wefata wȋ, ji gelek serokfermandarȇn welatȇ Sovȇtȇ yȇ bi nav û deng, wusa jȋ Marșalȇ dinȇeyan Hovanȇs Baxramyan têlêgramȇ serxweșȋyȇ hatibûn șandin… Di wan tȇlȇgirama da karȇ ewledȇ gelȇ me yȇ hȇja bilind dihate nirxandin, qImetekȋ hȇja didan xazma mȇrxwesȋ û șûreta wȋ ya fermandaryȇ.
Heyf derheqa kar û jȋyana wȋ da tu lȇkolȋneke pirȋ-hindikȋ hȇja nehatȋye kirin.
Ҫi jȋ hebe ȇmekȇ fermandarȇ Kurd ji alȋyȇ Partiya Komûnȋstyȇ û welatȇ Sovȇtȇ da bilind hatȋye qȋmetkirin. Hȇjayȋ rewayȇ welȇt yȇ here bilind: ordȇnȇn Stȇrka Sor, Ala Sor ya Komara Armenistanê û gelek mȇdal û rewayȇ din bûye 12.
***
Ez û Ahmedȇ Gogȇ, kutxatȋyȇ xwe timȇ diҫûn e gundȇ Șamȋranȇ. Șamȋran gundȇ mala bavê Ahmed û yȇ malxalanȇ min bû. Kurxatiyȇ min rȇdaksya Radȋoya Yȇrȇvanȇ para axaftinê Kurdȋ da dixebitȋ, pașȇ bû serokȇ wȇ parȇ. Ji pey komkujî û reva salȇn 1914- 1920 ȋ Ȇzdîyȇn Surmelîyȇ, êla Hesinȋya, hatibûn gund û qiclȇn Ermenistanȇ yȇ pala ҫiyayȇ Elegezȇye vala da binecȋ bûbûn. Binelîyȇ gundȇ Eslanlûyȇ gundȇ Șamȋrana vala, sala 1920 ȋ, ji xwera bi seroketya Ȗsiv Beg ava kiribûn. Mirovatȋya rehmetîyȇ Șemo Tȇmûrov jȋ hȋmlȋ vȋ gundȋ da bûn. Gelek bȋranȋnȇ min bi vȋ gundȋ va girȇdayȋ hene, lȇ ev nivȋsara min li ser Șemo Tȇmûrov e. Min û kurxatîyȇ xwe dixwest derheqa Șemo da agahdarȋyȇn berfire berev bikin, da ku pașȇ lȇkolȋnekȇ binivȋsin. Wura kurap, hevalȇ wȋ yȇ mekteba Zorȇ, mirovȇ nȇzȋkȋ malbeta wan hȇ zȇndȋ bûn. Rehmetyê Feyzo beg, ku dibistana Zorȇ da xwendibû û rind rûsȋ diaxivî, ҫȋroka wȇ dibistanȇ û derheqa Șemo da qenc zanibû. Ew û Șemo him kurap bûn, him jȋ hevalȇ zarotȋyȇ û dibistanȇ. Bi gotina Feyzo begê, hesabȇ șagirtȇ dibistanȇ digihȋște nȇzkaya 60 zarȋ. Șagirt Kurdȇn ȇzdȋ û musulman bûn. Xwendin heta Koma 5 a bû. Șagirt dibistanȇ da diman: dixwendin, xwerin, radizan-rabûna wan gișk li wur bû. Sala 1914 dema Rûsyayȇ da tevlihevȋ ҫê dibe, dibistan bela dibe. Xalȇ Feyzo begȇ navȇ hinek xwendevanȇ dibistanȇ bȋr tanȋ: Elȋxanȇ Ȗsiv begȇ, Mecȋt begȇ Esed axa, Feyzoyȇ Emer axa, Elȋyȇ Ȗsivȇ Xwedo, Egȋtȇ Elȋ, Mistoyȇ Pȋr Abasȇ, Ahmedȇ Simo, Șȇx Silo, Gogêyê Ûsivê Xwedo, xortên mala Kosa, Memedê Elȋ begê, Keremȇ Hemȋd begȇ (Șamșadȋnov), Elȋyȇ Biҫûk û gelekȇn din.
Wȇ demȇ cwamȇrȇn maqûl di Șamȋranȇ da gelek bûn. Wan teva dema dbistana Zorȇ bȋr tanȋn, berȇ ewlin navȇ Șemo digotin.
-Sala 1914 a dema dest bi qir-birê bû Șemo wunda bû, me nizanbû li ku ye. Ji pey șerȇ Serderebȇ ra navȇ Șemo hate meydanȇ. Me bihȋst Șemo tev komȇn Ermenȋya, wȋ șerȋ da mȇrxwesȋya ecȇb kirye,-Feyzo beg digot,- dostanȋke xurt navbera wȋ û Marșal Baxramyan da ҫȇ bûbû. Hemin dema Sovȇtȇ Șemo karȇ bilind dikir. Du zarê wî hebûn. Lawek û keҫek. Navȇ Lawik Ereb bû, jȇra șȋrnayȋ digotin Erebҫȋk. Xortê wusa bedew, aqil, bejin û bal tune bû. Nû mekteb xilaz kiribû. Ҫawa șerȇ wetaniyȇ dest pȇ bû Șemo bi rezadilȋ kur șande șȇr. Kur ҫû û nehet…
-Sala 1914 da, Șemo ҫûbû gihȋștibû eskerȇ Rûsa, komûnȋsta. Salȇ Sovȇtȇ yȇ ewlin, derge-dȋwana da xȇncȋ Șemo ji Êzdȋyan kes tune bû, yȇ herȋ kivș Șemo bû,- Xalȇ Gogȇ bȋr tanȋ,- dema sala 1966 Șemo ҫû rehma Xwedȇ Marșalȇ welatȇ sovȇtȇ Baxramyan tȇlȇgirameke gelekȋ xemxur șandibû.
-Șemo, vȇ dewyȇ zû dihate gund,- Keremȇ Ereb digot,- Mirovekȋ pir dilsax, helal, komûnȋstekȋ pir amin bû. Sonda wȋ serȇ Lȇnȋn û Stalȋn bû, heta kurȇ xwe jȋ da wȇ rihȋnȇ. Lȇ kirina wȋ pak mehate șȇkirandin.
Hesenê Egît begê, Esedȇ Pȋr Ȗsiv, Letȋfȇ Eso, Hesenȇ Pȋr Efo, Mecȋtȇ Elȋxanȇ Ȗsiv begȇ, Ȗsȋk Ҫerkez, Zurbeyê Șemo, Șașȋkȇ Ahmed û gelek-gelek maqûl û cwamȇrȇ Șamȋranȇ dora me digirtin, rehma Xwedȇ wan be. Ew pirtûka dȋroka Ȇzdiyan ya zȇndȋ bûn. Sed heyf bȋranȋnȇn wan nehatine nivȋsar…
***
Me dixwest tȇlȇgirama Marșal Baxramyan ku ji bo wefata Șemo Tȇmûrov șandibû bidȋta. Rojeke payȋzȇ ez û Ahmedȇ Kurxatiyȇ xwe rabûn û ҫûnȇ bajarȇ Lȇnȋnakanȇ (Gumurîyȇ) mala rehmetîyê Șemo.
Pȋreka Șemo Ermenȋ bû. Navȇ wȇ Haykûș bû. Ahmed rind xalojinȇ ra nas bû. Xalojn gelekȋ bi ҫûyȋna me kȇfxweș bû. Dihate texmȋnkirin ҫûyȋn-hatina wȇ li Șamȋranȇ, malbavanȇn Șemo ra hebû. Derheqa teva yek-yek dipirsi. Ji mera ҫay danȋ. Pașȇ em hatin ser me’niya ҫûyȋna xwe.
-Dostanîya wȋ û Ȋvan13 gelekȋ kevin bû. Ew dostanȋ, șerȇ dijȋ Tirkan, salȇn demezirandina qeydȇ sovȇtȇ yȇ ewlin da dihat. Komûnȋstȇ kevn bûn. Tev dijȋ dijminȇ Sovȇtȇ șer kiribûn. De Îvan Baxramyan bûbû mirovekȋ gelekȋ mezin û eyan. Wȋ Șemo ji bȋr nedikir. Vȇ dewyȇ dema dihate Ermenistanȇ, temya me timȇ dida serokȇn Ermenistanȇ. Xeysetȇ Șemo bû tu tișt ji kesȋ hȋvȋ nedikir. Wextȇ Șemo mir, Marșal pȇ hesaya bû, tȇlȇgirama serxwesyȇ șand…
-Jin xal gelo ew tȇlêgieam we xweyȋ kirye? -Ahmed jȇ pirsȋ,- dibe li nav kaxazê xalȇ Șemo da maye?
– Na ji pey mirina Șemo ra, xȇncȋ van kaxaza tiștek ne maye,- Xalojinȇ hinek kaxaz anȋ, danȋ ser texte, ber me.
– Hûn kaxaza binhȇrin heta ez karȇ xwe azpȇjxanȇ dadikim.
Di nav kaxaza da dokûmȇnteke bi daktȋloyȇ, bi zimanȇ ermenȋ nivȋsar hebû. Weke 5-6 pera bû. Bȋografȋya Șemo bû û pir hewaskar bû. Derheqa jiyana wȋ da her tișt bi kurtȋ tȇda hebûn. Kaxazȇ din bȇkȇr bûn.
-Eva jȋ hema ji mera pȇwȋst e,- Ahmed got, kenîya.- Kurxatȋ em nekine ҫeltȇ xwe. Xalojin qet tȇ jȋ dernaxe…
-Na bira, ew dibe weke dizîyê. Wekȋ em jȇ bixwezin, xalojinȇ ҫi bȇjȇ? Em dikarin kopîya wȇ ҫêkin û pajda bișȋnin.
Hema wê drmȇ jin û zilamek, hatine hundur. Keҫa Șemo û zilamȇ wȇ bûn. Herd jȋ serxweș, nikaribûn xwe li ser piya bigrin. Ne silav, ne tișt, bi șer hatine me.
-Hûn dixwezin ser navȇ bavȇ me pera bixebitin, xwe mezin bikin…
Kaxaz ji ber me top kirin, birin. Haykûșa feqȋr kete navbera me.
-Lȇna, evan mirovȇn mene, xerib nȋnin…
Lȇna û zilamȇ xwe serwext nebûn…
Me hȋșt derketin. Ҫi derketin, wana em ji malȇ derxistin.
Ahmed bi ken minra got:
-Eva jî helalya te kurxatî…
Wusa jî ew dokûmȇnta giranbiha, ji rûyȇ „dilsaxî û helalya“ min, ji destê me ҫû.
Ȇdȋ lingȇ me li Gumurȋyȇ neket.
***
Despȇka sala 1970 ȋ min û kurxatȋyȇ xwe, ser navê min fermandarȇ mezin, Marșalȇ Walatȇ Sovȇtȇ Hovhanȇs Baxramyan ra neme nivȋsȋ. Min nivȋsȋ, ku ez xarzȋyȇ Șemo Tȇmûrov im, nivȋskar im, dixwezim derheqa Șemo Tȇmûrov da pirtûkekȇ binivȋsim. Min bihȋstȋye ku hûn xalȇ min nas dikin, hȋvȋ dikim, eger zehmet nȋbe, fikra xwe derheqa wȋ da ji min ra binivȋsin.
Sala 1970 î 6-meha Adarê, bersȋveke gelekȋ bi serecem û delal min ji Marșal stend.
Wusa jȋ ji min ra lihev nehat derheqa wȇ nemȇ û Șemo Tȇmûrov da tiștekȋ binivȋsim. Nema me șandȋ jȋ, bersȋv jȋ cem Ahmed bûn. Ahmed dixwest di werȇ pȇdagogyȇ xebata doktorîyȇ binivȋsya, dixwest derheqa dibistana Zorȇ, Șemo Tȇmȇrov da ji binivȋsya. Gotareke wȋ bi zimanȇ Ermenȋ, Kovara „Sovȇtakan Mankavarj“ (Dersdarȇ Sovȇtȇ) derket, kopîya bersȋva nema me, ya me ji Marșal standibû tȇda bû. Ahmed ji wê Kovarê yek da min. Dema ez destguhestȋ Ewropayȇ bûm, tevȋ gelek kitȇb û belgeyȇ arșȋva min, ew kovar jȋ wunda bû. Min û Ahmed jȋ ȇdȋ hev nedȋt. Min dûrva bihȋst ku Kurxatȋyȇ min, birayȇ minȋ hizkirȋ sala 2003 a, li Yȇrȇvanȇ ҫûye rehma Xwedȇ…
Ahmedȇ Gogȇ, pirtûka xwe ya bi navê „Dengȇ Kal bavȇ me„ da derheqa wȇ nemȇ da wa bȋr tȋne:
„Șemoyȇ Hemo hȇ berbiҫaev bû, xazma wextȇ ȇskerȋyȇda qulix dikir. Derheqa vȇ dereca șûxulkirina wȋda xweș gotîye Marșalȇ Tifaqa Sovȇtȋȇ, serekqumandarȇ dinȇ eyan Baxramyan nava nema xweda, ku ser navê șayȋrȇ hizkirȋ, ulmdar Eskerȇ Boyȋk nivȋsȋye“.
„Ew wȇ nema xweda dide kivșȇ: „… Salȇd berȋ testȋqbûna qeydȇ sovȇtȋyȇye ҫetinda Șemo Tȇmûrov alaya ermenîyaye sîyaraye ewlinda bi mȇranȋ șer kirye miqabilȋ ordiya Tirkyayê û nava teșkȋla alayȇ da hurmeta mezin dest anȋye…“
„Baxramyan derheqa efatîya Șemo Tȇmûrove șerȇ wetaniyȇyȋ mezin da dȋsa wȇ nema xweda wa dinivȋse: „… Șemo Tȇmûrov xwexwa nava cêrga șerkarȇn ewlin da bû bona azadȋ û serbestȋya welȇt. Ew bi qulixkirina pirsaleye temizva layȋqȋ navȇ podpolkovnȋkyȇyȋ 14 bilind bûye, gelek ordȇnȇd hukumatȇva hatȋye rewakirinȇ“.
„Ev neme Eskerȇ Boyîk sala 1970 êyî 6 ê meha adarê ji Marșal stendîye „.
Ahmed pirtûka xweda dinivȋse: „Ji pey vê nemê ra, neh sal șûnda minra li hev hat rastȋ Marșal bȇm. Li bajarê Yêrêvanê Înstîtûta Marksîzm-Lênînîzmê da ya rex komîtêya merkezîêye patȋya Tifaqa Sovêtyêye komûnîstȋyê rasthatin hatibû teșkîlkirinê tevî Marșal. Li wir ber gelek giregiran min jî pirs dayê, ku sala 1918 șerȇ Serderebadȇ da, șerȇ miqabilî eskerȇ Tirkyayê kurdȇn Ȇzdȋ ҫawa dikirin șer? Marșal hahanga caba min da û min dengȇ wȋ li ser qeytana magnȋtafonȇ nivȋsȋ. Ewȋ got, wekȋ Șemo Tȇmûrov rind șer dikir, gazȋ ȇzdiyan dikir, ku mȇrbin, revȇ li dijminxin „.
„Wȋ ҫaxȋ ȇzdiya digot: „Ermenȋ padșa, ȇzdȋ rezedilvan“. Di nav șerkariya ȇzdiyaye miqabilȋ dijmin Șemo Tȇmûrov șuxulekȋ mezin kir“14.
Cavkanȋ:
1. Feyzo beg, maqûlekî ȇla Hesinya, binelyȇ gundȇ Șamȋranȇ, kurȇ apê Șemo Tȇmûrov, dibistana Zorȇ da tev xwendibûn. Salê 1965-1970 î min ew dȋt, emrȇ wȋ 70-salȋ derbas bû.
2. Ahmedȇ Gogȇ, Dengȇ kal-bavȇ me, Êrȇvan, 1997, rû 63; 64.
3. Hovhanȇs Baxramyan, ewledȇ gelȇ Ermenȋ, yek ji serfermandarê dewleta Sovȇtyȇ yȇ herȋ mezin, Marșalȇ welatȇ Sovȇtȇ, Mȇrxasȇ welatȇ Sovȇtȇ yȇ ducare. Xêrxwezekȋ gelȇ me. (1897-1982).
4. X.M. Ҫatoyêv, Kurdê Ermenistana Sovêtê, bi zimanê rûsî, Yêrêvan 1965, rû 37. N.X. Maxmûdov „Gelȇ Kurd“ bi zimanê Ermenî, Yêrêvan, 1959. ru 228.
5. X.M.Ҫatoyêv, Șorișa Oktyabirê û Kurdȇ Yekȋtȋya Sovȇtȇ, Welat û gelȇ rojhilata nȇzȋk û navȋn, Berevoka gotara yaVII a ya Înstîtûta Rojhilatzanyê ya Akadêmîya Ermenistanê, Yêrêvan 1975, rû 20.
6. X. M. Ҫatoyêv, Beșdarbûna Kurdȇ Yekȋtȋya Sovȇtȇ șerȇ wetanyȇ yȇ mezin 1941-1945, Yêrêvan, 1970, rû 69.
7. Ҫavkanîya 2, rû 67.
8. Eskerê Boyîk, Bi kurtayî dîroka Êzdiyên Ermenistanê, Weșenȇn J&J, Ankara, 2016, rû 188.
9. Ҫavkanîya 6, rû 67.
10.N. Maxmûdov, Gelê Kurd, bi zimanê Ermenî, Lêkolȋna dȋrokȋ, Yȇrȇvan, 1959, rû 243.
11.Ҫavkanîya 6 a, rû 69
12.Dîsa li wur.
13. Rûsa wusa Marșal Baxramyan nav dikirin.
14.Cavkanîya 2 a, rû 64.