Serrûpel Nûçe Siyasetmedarê Kurd û damezrênerê “PDK-T” Derwêşê Sedo wefat kir

Siyasetmedarê Kurd û damezrênerê “PDK-T” Derwêşê Sedo wefat kir

Belav bike

Damezrînerê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye Derwêşê Sedo bi nexweşiya Korona li nexweşxaneyeke Batmanê wefat kir.

Derwêşê Sedoroja 12ê Îlonê bi nexweşiya Covid-19 ketibû.

Derwêşê Sedo kî bû?

Derwêşê Sedo di sala 1934an de li navçeya Misircê li ser bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê hate dinyayê.

Derwêşê Sedo sala 2010an, di Kongreya 13 mîn PDKê de ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve bi Nîşana Barzanî hate xelatkirin.

Derwêşê Sedo 86 salî bû û bavê 4 keç û 3 kuran bû.