Parêzgarê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerkîm li nexweşxaneyeke Amerîka bi celteya mêjî wefat kir.
Dr. Necmedîn Kerîm, Parêzgarê Kerkûkê, şeva înê demjimêr 23:00 bi dema Amerîkayê koça dawî kir.
Li ser daxwaza Dr. Necmedîn Kerîm ewê bi awayekî demkî li Kurdistanê were veşartin, heta ku bajarê Kerkûkê were azadkirin û di bin ewlehî û aramî û hêzên Pêşmerge de be.
Biyografiya Dr. Necmedîn Kerîm:
– Di sala 1949an de jidayîk bûye.
– Perwerdeya amadehiyê li Kerkûkê xwendiye.
– Li Zanîngeha Mûsilê Fakulteya Bijîşkî temam kiriye.
– Li Zanîngeha George Washington li Amerîkayê doktora wergirtiye.
– Di sala 1972an de bûye Pêşmerge.
– Di sala 2011ê de bûye Parêzgarê Kerkûkê.